Îranê 2 ciwan darve kir

Rejîma Îranê Mihemed Emîn û Şahîn Wehîd Persit darve kir.

Li gorî ajansa nûçeyan ya Mîzan ku girêdayî dadweriya bilind ya Îranê ye, îro du xwepêşanderên vê dawiyê ên bi navê Mihemed Emîn û Şahîn Wehîd Persit hatine darvekirin.

Li gorî heman çavkaniyê sedema darvekirinê, tevlîbûna wan her dû kesan ya di xwepêşandanên vê dawiyê ên dijî desthilata Îranê ye.

Hêjayî gotinê ye di 28’ê Çileya sala 2025’an de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dijî rejîmê, xwepêşanan destpê kiribûn. Rejîmê li cihê bersiva daxwazan bide, gule li xwepêşanderan reşandibû û zêdetirî 20 hezar xwepêşander hatibûn kuştin û binçavkirin.